

Mîmarê Îbda Salih Mirzabeyoğlu
"DOZA "DIVÊ MESELEYA KURDAN ÇAWA BİBE" MIN ELAQEDAR DIKE"
Pêşkêş: Em ê ji hevpeyvîna ku Ajansa ZendPrresê di 1992an de bi Mutefekkir Salih Mirzabeyoğlu re li ser “Pirsgirêka Kurd” kiriye beşeke neqandî, di vê dema ku ji her serîkî dengek derdikeve de ji bo navnîşanek rast û weke pusûlake ku şaş nabe pêşkêşî we bikin. Sernivîs aîdî me ye. Hûn dikarin temamê tekstê ji berhema bi navê “Adimlar” ya Mîrzabeyoğlu an jî di malpera wwww.furkandergisi.com de bixwînin.
ZENDPRESS- Li gorî we pirsgirêka kurd çi ye? Li qada Turkiyê û Rojhilata navîn çi dide îfadekirin? Wate û rewşa wê li dinyayê çi ye?
SALİH MİRZABEYOĞLU- Tişt û bûyer, li gorî naveroka xwe suala ku jê tê kirin bersiv li gorî mahiyeta wê tê dayîn; di vê nêrînê de divê pêşî sual rast bê pirskirin û bê watekirin…Ji bo ku sual bi rasthatî û ji serî defkirin nebe, ez diyarkirina vê pêwist dibînim; ev helwesta min, wekî yê ku muxatabê xwe girîng digre, ev peyva ku ji dev derdikeve berpirsiyariya wê seh dike weke însanê xwedî raman qebûl bikin…Niha jî em werin suala we: “ pirsgirêka kurd çi ye?” ev sual tê wateya “pirsa kurd çi ye” , “rêjeya kê ye” û “ bi çi nêrînê”, bi wateya wan sualan mirov dikare bersiv bide… Dema li gorî wateya vê çarçovê bersiv bê dayîn ji xwe li Tirkiyê, li Rojhilata navîn û li Dinyayê wate û rewşa wê tê diyar kirin… Heke hûn bipirsin bê “pirsa kurd çi ye?” evanê navdar ku tê zanîn, kêm dîtina gelê kurd, perçiqandin, xwesteka qebulbûna nasnamê, daxwaza îdarekirina xwe bi xwe” ev bersiv li pirsgirêkê derîk û nêrîneke nû venake… “ rêjeya kê ye?” û “ bi çi nêrînê?” tê vê wateyê, mînak li gorî nêrîna Turkiyê, Îran, Iraq û Suriyê, bi dîrokî, erdnîgarî, siyasî an jî ku bi xwestina nêrîna îqtîsadî bê sualkirin, wê wextê divê li wan qada li muxatabê mijarê bê lêgerîn; çimkî aliyekî sualê, mijara ku hatiye qeydkirin bi têgihîştin, bi hîm, şêwaz û ristikê xwe û yê kar dibîne behsa zanistî û pisporî ye… Bi dîtina min, ji suala “pirsgirêka kurd çi ye?” bêtir “ divê pirsgirêka kurd çawa be” ev doz min elaqedar dike… Kifş e ku li pirsgirêkê li gorî rêje û nêrîna dinyayê, bi mijareke bizav temaşe dikim… Ji xwe nêrîna wiha, hem heqîqeta tegihîştina mehellî muraqebe dike û hem jî li dora “pirsgirêka kurd çi ye?” vekirina bi rê ve dibe.
ZENDPRESS- Ji hêla Îslamî ve pirsgirêka kurd çi ye?..
SALİH MİRZABEYOĞLU- “Li gorî we pirsgirêka kurd çi ye” ev sual jî eynî ye… ji bo ku suala we bê fêhmkirin berî niha min diyar kir, ezê li gorî wê bersivê bidim… Rêjeya fikrê ferd, civaka sinifî û qewm, pêwistiya cih û demê tecelî û îfade dikin. Weke hûn jî dizanin, di hikemiyat û felsefê de ji giyanê re “dem” û ji madde re jî “cih” tê ifade kirin; Weke Mîmarê ÎDEOLOGÊ MEZIN YÊ ROJHILATÊ Necîp Fazil gotiye, nîgarekarê keyfiyetê, “dem” û yê kemiyetê jî “cih” e… Ku li vê çarçovê bê nêrîn, pirsgirêka kurdan , pirsgirêka tirkan , pirsgirêka ereban û ya azeriyan jî yek e: Bi kûrbûn û firebûn pirsgirêka însan û civakê ye “Muxatabê fêhma Îslamî” weke çirûskê bê temsîl kirin, bi rêjeya Îslamî “pîvana demê” divê pêve bê girtin… Tê dîtin ku, hem pirsgirêka “nasnamê” girîng digrim û hem jî bersiva suala “nasnamake çawa û kîjan nasname” didim; tevekê pirsgirêkên din jî, li gorî vê rêjeyê tê bidestxistin û tekoşina wê tê dayîn…Heke doz ne bi wê teşeyê bêne bi destxistin, ev peyv û pirsgirêka ku me qala wan kir nihêrîneke ne raste, weke însanê nexweş nezer lê bê kirin ku bêjin “ ev însan nexweşe” ji pêdandineke qebe û wur ve tu wateya wê tune ye!..
ZENDPRESS- Hûn îzmê û pirsgirêka kurd çawa şîrove dikin?
SALİH MİRZABEYOĞLU- Berhevdana îzmê û pirsgirêka kurd, malûm e herdu jî tê zanîn, yanî berhevdana herduyan ji bo îro bi têgihîneke nîvînkirî nayê behskirin… Ji bo nêrîneke cuda, li holê gelek pêşdariyên derew hene…Berî her tiştî weke sazûman û nêrîneke dinyayî îzm çi ye? Aniha ezê bêjim, li ser halê pirsgirêka însan û civakê muhaseba gerdûnê û “ jiyana hêja kîjan jiyan e” li holê sazûmanek an jî berekî xema dîtina dinyayî tune ye; şaşî û rastiya wê li alîkî, li holê sazûmaneke wiha tune ye… Weke Necîp Fazil gotiye ev şeş tîrê ku bi pusûlê hatine rêzkirin… îzm encex, ne li gorî ku ka heval bendê kê ye, bi dîtineke ku têzanîn di vê çarçovê de ka gelo lihemberî çi ye em dikarin li ser vê mûtela bikin: Rêgeza navdar “laîkî” yanî dijminê Îslamê… “Laîktî dijminê dîn nîne” heke em werin ser van qinîkan; vanan ne dizanin laîkî çi ye û ne jî Îslamê nasdikin… Laîkî çi ye?.. bi avayekî mîrîtî em salixê wê bidin, “ azadiya dîn û wijdane” na xwe laîkî di qategoriyê de behseke “azadî “ ye… Minak em biaxivin: Maf û azadî, li cihê stûbarî û pêwistinî hebe mewzûbehs e…Stûbarî û pêwistî jî li cihê ku rastî bê gotin, li gorî ku hevsazî pêre hebe îfadeya azadî dibe; çimkî di vê wateyê de “ pêwistî” ne suxre ye, ev merc û derfetê “çêbûnî” hebûna însan e… Li gorî vegotina Necîp Fazil “ azadî, piştî heqîqeta esaretê azadî ye!” Naxwe dîtina Dinyayî, ji azadiyê re hem armance û hem jî encam e… Niha jî lazime em bipirsin: Berî hebûna rojê bê çawa ku em nikarin behsa ronayiya wê bikin, tûnebûna dîtina Dinyayî û rêjeya sazûmanî ji çi çêbû û ji kur hat? Laîkî ya Rojava, “ hişê Yûnan, sazûmana Roma, exlaqê Mesihtî” ev tarzê jiyanê ku hatiye formulekirin doza di nava gera dîrokê de derketiye holê… Berî her tiştî Mesihtî, we’za nîzama dinyayî nake û risteke prensîbên exlaqî ye; piştî ku waaza nîzameke dinyayî ne hate kirin, ji xwe li gorî ku nikare zoriyê li ser “bawerî û wijdan” bike?.. Di çercova van mercan de “azadiya dîn û wijdan” tenê mesihtiyê li cihê wê yê eslî dide rûniştandin. Ji xwe hêrsa dêrên Mesîhî ji bo ku li dinyayê bibe şiyandar, tesalukirina komelê, sitemkariya li hember zanînê, ji rûyê xerabet û hewesa ku li wijdana hukim bike laîkî çêbû ye… Lê li cem me ji bo ku hinekî bê xemilandin dibêjin “ ma kes eleqedarê îbadeta we dibe” ev qinîk tê servekirin… Divê em zanibin ku eynî wextê Îslam nîzameke dinyayî ye, bi hemû stûbarî û pêwistiniyê wê di nava peyvên îbadetê de ye… Sazûmana Îslamî tê avakirin, di nava vê sazûman û statuyê de, “di dîn de zorî nabe” di vê çarçovê de pîvan tê kirin, dixwaze misilman an jî dixwaze gawir be… Tevekê meselê, doza di nava sazûmana gawir de cih şanîdana misilman û di nava sazûmana misilman de jî cih şanîdana gawir e… Bikurtî: Laîkî, dijberî Îslamê ye… Hatina doza “pirsgirêka kurd” Ez pirsgirêka kurd weke dozeke kêfkarî dibînim û didim şanîdan, pêwendiya îzmê û pirsgirêka kurd, bi giranî zehfê netewa kurd misilman e, netewa tirk jî di eynî encam û pêvajoyê de ye… Ji hêla dîrokî ve bi kurtayî dixwazim çend bûyeran bidim diyar kirin: Di sala 1938an de, berî mirina xwe bi mehekê nameyeke ku ji Ingilîzan re nivîsandiye heye…. di sala 1977-1978an de bi awayê rêzenivîs di rojnameya Milliyetê de 5-10 rêzenivîs hate weşandin, rojnamê fotoqopiya nameya ku di halê nexweş de hatibû nivîsandin weşand; dibêje ev komara ku me b ihevre avakir emê bihevre bidine jiyandin!.. Komara laîk …Sahneyeke din: Ji Hecî Mûsa begê Motkî re ji bo komcivîna Erzurumê dawetname tê birê kirin… Navê wî di nava niwêneran de derbas dibe… Berî ku here komcivînê parêzgerê Mûşê diguherîne… Li gorî adetên şerqê, pêre ji eşîretên kurdan 500-600 siwarî hene; eşîreta ku hatiye komkirin katibiya wan Şeyh Selahaddîn (bavê Kamuran Înan) dike…Qeymeqamê Varto, ji komcivîna Erzurumê re telgrafeke wiha dişîne: “Mûsa beg, tê ku we berteref bike!”… wexta Mûsa beg digihîje Varto, belavbûna komcivînê dibihîze; ji bo vê bi paş ve vedigere… berî ku komcivîna Erzurumê destpêbike ji Mûsa begê re “ Heke tevgera Anadolê biser nekeve gelo li kêleka we cihê me heye?” bi vî rengî telgrafekê rê dike; ev telgraf heta sala 1960 di destê kurê wî Medenî beg de dihate zanîn, lê piştî wê bê kete destê kê nizanim… Ji xeyrî vê dozeke din: Komela Xoybûnê, li gorî navê ku Mûsa beg pêdandiye lîste hatiye avakirin… Pêyvendiya û vê komelê, ev rejima demokratîk(!) ku zagona wê li dîwar neyê xistin nayê şîrovekirin…Ev çend xetên ku min nîşankirin, ji meselê re wesif û nirxandineke nû tîne… Hukmê giştî ev e: îzm û pirsgirêka kurd, mercên qesta meselê ku li ber çav bê girtin, Ji îzm û ji pirsgirêka tirkî cuda nîne… îzma ku dijminayiya Îslamê dike, hadîseyeke hevpar e ji bo jiyana xelkê kurd û tirk!.. Nemaze lazim e em vê li ber çav bigrin: Ji bo dinya rojava ya herî eslî ev e, ji holê rakirina xilafetê û di nava dinyake Îslamî de, pêşbirina geşbûneke Îslamî ye… Xîlafet çi ye? Mezrîngeheke nimînêra netewên yekbûyî Îslamî ye… Ronayî dide pêşiya rewşa tirkî îro, ezê perantêzeke ku mijara dîrokê jî di nav de dixwazim vekim di 1979an de mijareke ku min binê wê xêz kiribû dixwazim bînim bîra we: Li Sakaryayê piştî têkçûna yûnanan sedemê têkçûnên din yên eslî, serxweçûna yûnan, bûyerên navxweyî û birîna alîkariya hevalbendên wê bû- hêzên ingîlîz fransiz û îtalyan çima derketin û çûn, bi awayekî eşkere dîrokeke rast ne ketê holê û behsa serxwebûneke kar kirî tê kirin… Bedêla diroka ku li gorî propaxandeke şoreşa nizm (aşaxılık) bê eyarkirin, heta zanîneke dîrokî û felsefeyeke dîrokî ku rast bê nivîsandin nekeve holê giyana rojê û pirsgirêkê civakî ne mumkunê ku bi awayekî rastîxwaz nêzîkatî lê bê kirin… Di nava vê çarçovê de, piştî cenga rizgarî (Kurtuluş savaşı) sazûmana ku hate damezrandin bi qademe qademe dijminayiya Îslamê kir û ev rûyê xwe nişanda; heke Komara Tirkî bi awayekî sedem nehata damezrandin, mewzûbehsa berî tevgera Anadolê yê avakirina dewleta Kurdî bihatana rojevê û îro ev rola ku Komara Tirkî li xwe bar kiriye, bi qademe qademe yê li Kurdîstanê pêk bihata… Hinek pêşverû(!) yên ku behsa tekoşîna Antîemperyalîst dikirin, îro dîsa dema ku behsa dijminayiya Îslamê tê kirin dibine maşê dilak yên duzenê ev halê ku dikevinê mijareke biha ye!..
ZENDPRESS- Raperînên di dewra komarê de dibûn helwesta Îslamî qet neyînî nîn bû?.. Helwesta li ser Şêx Seîd bêtir bingehekî Îslamî bû. Lê helwesta Bedîuzzeman ne eşkere û ne pejirandî bû, hêla Îslamî bi dewletê re di nava peywendiyan de bûn? Ev çawa tê şîrovekirin?..
SALİH MİRZABEYOĞLU- Hûn dibêjin raperînên di dewra komarê de bûne helwesta Îslamî erênî nîn bû, qismek ji van serhildanê ku bi cehda Îslamî hatine kirin Hûndinixumînin, ev ne raste… Ev şaşitiyê, wexta Hûn behsa Şêx Seîd dikin pêre Hûn dikevine nava şaşitiyeke din u wê jî pêre dimeşînin: Serhildana Şêx Seîd li gorî ku serhildaneke Îslamî ye, di vir de ne li cih e ku helwesta Îslamî erênî an jî neyînî bê nirxandin… Di serhildaneke Îslamî de, helwesta kesê Îslamxwaz pirtir divê bi erênî li bingeh û lebata Îslamî bê nêrîn, bi nazî û menfî daxuyaniya wan tewşe û nelicih e … Suala ku we kir ne li gorî helwesta Îslamî hat kirin, bi niyeta Îslamî bi awayêkî polîtîk cûda kirina Saîdê Nûrsî, heke bê şîrovekirin ku bêjin serhildana Şêx Seîdne Îslamî bû dîsa tewşe û nelicih e; heke herdu polîtîkên Îslamî ji hev cihê bêne nirxandin, di vê mijarê de niyeta sualê carekedin tewşe û nelicih e… bi serde babetekî din heye divê bê zanîn, di derheqê Şêx Seîdde Saîdê Nûrsî wiha gotiye: “ Ez poşmanim ku çima tevlî birayê xwe Şêx Seîdne bûm; ji îro pêve ezê xwe bidim doza îman û Îslamê” …”Hêzên Îslamî bi dewletê re di peywendiyê de bûn” em werin ser vê gotina we: Ev aliyê îfadeya we, ev şaşitiyên ku min diyarî û têkûz kirin, şaşiyên têkûzî ne… Ku em werin li aliyên din bifikirin, divê ev jî ji çend hêla bêne nirxandin… Ya yekem: Heke mijar serhildanên Îslamî bin, bi giştî hêza Îslamî ne ji hêla polîtikayê ne jî hêla qewetê kesê ku alikariya wan bike û şîrove bike tune bû. Herweha, piştî provakasyona Menemenê ji qirkirina misilmana bigrin, berî wê û piştî wê bi awayê ku yek bi yek nayê hejmartin pir tade kirin û stûxwarî hetanî devra paşî berdewamkir û mînakên wê pirin. Di hin serhildanan de hin eşîretên şerqê bi dewletê re ketin pêywendiyê, ji sedema pêşbaziya hin eşîretan gelek serhildan têk çûn… Yanî serhildan îslamî dibe an nebe, ev helwest û lebatên ku nakevin nava xeleka Îslamî ku bi navê Îslamî lê bê malkirin tiştekî tewş û nelicih e… Li vir, hin caran Kurd û Îslam weke du hep dijberên hev tê nîşandan, li hin caran jî Îslam û rejima îst bi hevkarî tê nişandan û Kurd jê têne xeritandin ev helwesteke bideke û şaş e: Weke min diyar kir, serhildana Şêx Seîd û neyîniya helwesta Îslamî hukmê we şaş dike. li cem vê, Seîdê Nûrsî jî kurd bû… Ya duyem: “ Hêzen Îslamî bi dewletê re di nava peywendiyên de bûn” ev gotina we, meseleyeke ku bi muxatab re divê bê tatbîk kirin … Di diroka komarê de ji %99ê wê ku misilman bûn ji zordestiya rejimê xelas nebûn û bi hezaran jî di zindanan de bûn, bi îşkence û bi cezayê mirinên gelek xelkên kurd û tirk bi maddî û manewî hatin dorpîkirin, çepgir û neteweperwerên kurd û tirk rasterast an jî binavgîn ji îdeolojiya fermî re dibûn alet û berdevkiya wê dikirin?.. Ya sêyem: Heke em vê meselê bi gelemperî bigrin dest, dev ji hevkara berdin, rasterast nûnerê rejima îst “DSP” û “SHP” ji bo van divê çi bê gotin?.. Em pir behsa dûr nakin, emê behsa îro bikin, “ çepgir, li pirsgirêka kurd bi vî awayî mêze dikin!” ku ev bi vê teşeyê hukumdikin?..
ZENDPRESS- Di vê babetê de, dijmintiya kurdî bi pêşde diçe. Tê gotin ku hêla ülkücü wê li hemberî kurdan bê bikaranîn. Li hemberî vê helwesta we çi ye?..
SALİH MİRZABEYOĞLU- Di derhekê ku dijmintiya kurd bi pêşde diçe ez ne xwedî malûmat im… Rejima îst bi edebiyata ku dibêje “bimre qomunîstî” an jî “ bimrin yê ku dewleta me xiradikin” bi van gotinan ji bo berjewendiyên xwe hew karin misilmanan tijî bikin û bixapînin; di vê mijarê de, heke nekevin nava civaka me û li me şaş jî mêze kin bi gelemperî li ser pirê misilmanan em xwedî tesîr in… Tesîreke rasterast an jî ya binavgîn…Ji bo ülkücüya jî eynî tişt… Di vê pêvajoyê de, rejima îst di nava derfetê xwe de ji alikariya her hêlê mahrûm maye û bi vî awayî diperpite; car caran dengên terikî jî derdikevin, ji bo mayinê girîngiya wê çi îfade û derfetê wê tune weke dînazorê avahiyeke kevn “ perpitîna dawî dike”… Bedêla ku êrişî rejimê bike, dixwaze nakokî têxe nava xelkê kurd û tirk, mesele divê rast bêne îfade kirin; em vê dikin… Helwesta me ji bo her hêlê, lebatên ku xwe bi xwe pêkhatî tê wate kirin ji hêla taybetiya keyfiyetê, îfada me li gorî tiştê heyî, bi zanîn an jî bi nezanîn eniya me rola xwe dilîze, zimnî an jî rasterast di nava mercên hevalbendî de tê şîrovekirin…Bi vekirî, armanca Îslamî polîtîka me diyar dike… Em ne temaşevanin, em lîstikvanin… Heke armanca Îslamî fêde nede, weke koleyên Roma ku di trîbûna de hev dikuştin û esilzade li wan temaşe dikir, em jî emê temaşe bikin!...
ZENDPRESS- Bi rastî Îslam çareserî ye?.. Di meseleyên millî, taybetî û pirsgirêka kurdî de gelo rêbazeke ezelî û ebedi ye ?... Çimkî li holê mînaka Îran, Pakîstan, Sudan, Fas û Irak heye û ev tevjî biserneketine. Wekî din Hûndi derhekê Federasyonê de çi difikirin?...
SALİH MİRZABEYOĞLU- Herhal hûn ne li hêvî ne ku ez bêjim “ Îslam çareseriyeke derewîn e” ev şaş e!... Berê jî min gotibû lê, ji bo ku hûn Îslamê tim bi mînakên serneketî re hevpar dikin ez dîsa dibêjim: Hûn, niha dev ji Îslamê berdin, hûn bersivê bidin vanên ku dibêjin “Kurdan di dîrokê de tucar dewlet avanekirine”… Ku em werin ser doza Federasyonê: Di hêla Îbda yê de, “ Teşeya îdareya Îslamî” di vê çarçovê de di nava îdeala Yekîtiya Dewletên Îslamî de weke çareseriyeke ku her civat û her dewlet jê îstifade dike hatiye fikirîn, ev doza ku di sala 1980ê de bu mewzûbahs, di sala 1990î de bi weşana kovara “NOKTA” ji rayagiştî re hate malkirin… Weke dizanim herî pêşî yê ku ev fikra Federasyonê gotiye ez im… Piştre parlementerên HEPê û Abdullah Öcalan gotin: “ Federasyona Komara Tirkî-Kurdî” ev pêşniyarên wan piştre derketin!
Çavkanî: Salih Mirzabeyoğlu,-Adımlar/-1984’den 1996’ya -, İBDA Yay., İstanbul 1997, s.130-184
Furkan, Berfanbar 2009
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder